Çarşemê hesava ne e’yda Kuloç
Vê dewyê hinek malper û rojnema da derheqa wa gotî Eyda Kuloç da tê
nîvîsar. Mixabin nivîsvanê wan gotara jî hîmlî dunavin, lêkolînvan û
nivîskarin...Evê nerastyê ez mecbûr kirim derheqa wî rê-rizmê dînî da,
ku cem Êzdiyên Rûsyayê tê pêkanîn, vê gotarê binivîsim. Li nav civaka
Êzdiyan da tu cara nehatye gotin Êyda Kuloç yan eyda Kloçê serê salê.
Petandina Kuloçê serê salê percek ji wî rê-rismê dînî ye, kîjanî ra
dibêjin: Çarşemê hesava. (Koka vê rê-rizma dînî ji kî demî da dest pê
bûye û çima tenê li nav Êzdiyên Rûsyayê da maye lêkolîna zanyarî ya dûr
û bingehîn dixweze. Em wî karî bihêlin zanyarên pêshwextyê ra).
Çarşemê hesava destpêka meha Adarê da dest pê diben, sê
çarshemin. (Hinek cîya çarshema çara jî lê zêde dikin). Hesenê Şêx
Keleşê, ku ji malbeteke gundê Şamîranê (Ermenistan) ya a’limye bi nav û
denge e ( Biroşyûra RÊ-RIZMA MILETÊ ÊZDÎ ANEGORÎ QIRARÊ DÎN, , Yêrêvan,
1994, rû 35) wa dinivîse: „ Hersal, meha adarêda (mart) Çarshemê Hesav
destpê dibin. Meva eyane, wekî çar sala carekê rojeke salê zêde dibe.
Meha Sibatê (fêvral) dibe 29 rojan, ew sal tê hesav sala Kabûs. Wî
hesavî çarshemê meha Adarê dibine pênc çarshema. Wî wextî Çarşemê hesav
dest pê dibin.“.
Bi edet roja Çarşema e’wil da her maleke Kurdên Êzdî da xwerina
başe bijartî tê çêkirin, ji wê xwerinê firaqekê, wek nanê mirya
dishînine yan malê dunavan yan jî cînaran. Nîvro her malek li ber derê
xwe yan li ser xanyê xwe agir dadide. Neferê malê dora kuçik dicivin,
şa dibin, ser êgir ra banz didin. Qilçikê kiras yan derpê xwe pê wî
agirî diweşînin. Yanê guneh, nexweşî, te’lî-tengasyê xweye sala çûyî li
nav wê agirî da dişewitînin. Çarşema duda dîsa wek çarşema e’will tê
kirin. Çaeşema sisya da dîsa tevî wan hemû pêkanînan KULOÇ tê petin.
Hesenê Şêx Keleşê dîsa wê pirtûka xwe da dinivîse: „Çarşema pêshin
(Oxirçarşem) ewê rojê firaqe xwerin boy navê Xudanê meha Adarê, kîjan
ku Melek Zeydîn e tê derxistinê.“
„Çarşema duda (Axirçarşem)-ew bi hesavê kevn sala miletê meye tezeye.“
Çarşema sisya (Qereçarşem)- Çarşema Kuloçe. Evê rojê Kuloç tê petinê,
pêshemê tê kerkirinê…“
Kuloç petin jî bi vî teherî tê kirin: Ji ar, rûn, şîr, şekir û xurekên
din (gerekê heft tem bin) hevîrekî mezin çê dikin. Morî yan jî diravekî
biçûk davêjin li nav hevîr û rind distirên, usa ku nizanibin morî kî
tangê dane. Pashê wî hevîrî pen dikin û tendûrêda dipêjin.
Kuloç roja pêşemê ji alyê malxê malê va tê kerkirin. Bi kêrê ortê
da dikin dû kera. Vê kerkirinê ra dibêjin xeta cot. Gava morî yan dirav
ber devê kêrê derdikeve, dibêjin morî serê xeta cot ketye.
Wextê ew nîshan li ber xetê (devê kêrê) dernakeve, vê carê Kuloç par
dikin: Parên Xudanê Malê (yan her heft mêrê dîwanê), Mamereşan, Gavan
Zerzan, Memê Şivan datînin, paşê para neferê malê ra datînin. Nîşan li
nav para kê da derket sal serê wî dikeve…Qencî û xiravî, bereketa malê
ya salê nevsa wî (wê) şexsî (şexsê) va girê didin… Min ji devê geleka
bihîstye, dibêjin ku dema xadim para xasa dikeve, ew sal malbetê ra xêr
e.
Dema meriv mêrasîma derbazkirna Çarşêmên Hesava hûrgilî lêkolîn
dike, tê texmînkirin, ku girêdanek navbera wê û e’yda NEWROZê da
heye…Demsala derbaskirina herda jî pir nêzîkî hevin û herda da jî agir
tê dadan. Gelo di nav dewrana da e’yda Newrozê nava Êzdiyan da bi wî
navî û wî cûreyî nehatye xweyîkirin? Ji bo wê demê gotineke wa jî hebû:
Newroza me siltanî,
Darê xwe hilanî,
Berî zivistanê da
Bahar dewsê anî.
Hesenê Şêx Keleshê jî we biroshûra xwe, ya jorgotî da pêşdahatina
Çarşemê Hesava wa şiro dike: „ Pey nîshandayîna gele kiryametara,
rojekê Şîxadî dibêje: „Werin em her yek te’mekî bînin, kuloçekî
bistirên. Xadimekê bavêjin nav hevîr, bipêjin. Sibetirê emê wî kuloçî
kerkin, Xadim para me kîjanî ket em teslîmî wîbin, bira ew jî serwêrîyê
me hemya bike.“
„Ew Mêr û milyaket hevra qayîl dibin, çawa Şîxadî dibêje, usa jî dikin. Sibetirê kuloç ker dikin. Xadim serê Şîxadî dikeve…“
Bi texmîna me, ku usa bûya ev rê-rizmê li nav temamya Êzdiyan da bima.
Li nav hinek êlên Êzdîyên Ermenistanê da Çarşema çara jî tê
derbaskirin. Wê çarşemê ra dibêjin „ Hesen pîrik“. Wê rojê diçin ser
mezela. Ev çarşema hîmlî wan êla derbaz dikir, kîjan vebûna biharê ra
derdiketin zozana (yên nîv koçer). Diçûne ser goristanên miryê xwe,
paşê derdiketin zozana. Lê gundên êla Elegezê Çarşema çara nizanbûn, ji
bo ew nîvê meha şeşa diçine ser mezela. Ew dernediketin zozana.
Bi vê gotarê xwestina min nivîskar û lêkolînvanê Êzdîtyê ewe, ku
dema dixwezin derheqa ê’yd, e’det yan rê û rizmên dînê êzdîtyê da
binivîsin, bira rind lêkolînê bikin û temamya mêrasîmê bi tam
binivîsin. Lêkolînvanên pêşîrojê ra ji bo serrastkirina pirsên dîrokê,
êtnogirafyayê, olzanyê ew yek pir pêwîste.
Usane ne E’YDA KULOÇ, lê ÇARSHEMÊ HESAVA.
***
Li nav Êzdîyên êla Elegezê (12 gund, xurû Êzdî), Ermenistan, mêrasîma
Çarşemê hesava rê-rizmekî êzdîtyê yê herî hizkirî bû. Wî heyamê salê,
wê herema çîyayîn hela berf li erdê heye, û sare. Çiqas jî sar bûya
roja çarşemê, nîvro, li ber derê her malekê kuçkê agir dişxulî û
bawarkî biçûk-mezinê gund derdiketin dora êgir…Ken û laqirdî, eşq û
şayê gund hildida, heta nexweş jî hundur da nediman, derdiketin ber
êgir, bawar bûn ku agirê çarşemê wê êşa wan ji xwe ra bive, ewê qencbin.
Roja kerkirina KULOÇ axaftina teva derheqa moryê da bû. Çika morya kîjan malê serê kê ket.
|