Добро пожаловать!
Езид , Езиды , Эздики Эзди , Yesidi Esidi yezidi Lalish - это сайт, где вы можете скачать торрент игры, найти полезные фильмы для вашего компьютера, скачивать программы,добовлять свой сайт в наш топ сайтов, а главное вы сможете скачать всё с хорошей скоростью.
Ola êzdatiyê di Rojhilata Navîn de, oleke herî kevn e, xwedî dîrokeke
demdirêj û bingeheke xurt e. Li gor riknên çêbûna mirovatî û
xwenaskirina mirovahiyê, rewişşt, rê û risim, û herweha erkanên ola me;
yên pîroz, her ji destpêkê de, bi xemleke kurdiyane a resen, li ser
rûyê cîhanê rû dane. Bi afirandina cîhanê re, ev bawerî di nava
mirovahiyê de, hatiye afirandin û herweha zeyinandin.
Li gor bîr û baweriya ola ezda, dema rê û rism ji bo mirovahiyê hatine
danîn; wê çaxê gerdûn bi giştî ji tevlîhevî û şêlûbêliyê derbasî
dûzenkirin û sîstematîkiyê bûye. Wê çaxê mirovan xwe nas kirine; başî û
nebaşî, wek du elementên dijhev û ji hev cuda, fam kirine. Ji tariyê
derbasî ronahiyê, ji nezanînê derbasî zanebûnê bûne. Êdî jiyan bi hemû
awayan hate bi rêkûpêkirin. Weha mirov dikare bibêje, ku bi peydabûna
mirovê aqilmend re, ango bi veqetandina jiyana mirovan ji jiyana
ajalan, çerxê mirovahiyê dest pê kiriye, û ji wê çerxê de mirov hîn bû,
ku çawa her tim aqil û famdariyê di jiyana xwe de bide pêş. Eger çiqasî
berî hingê rihliber hebûn jî, ew ji mirovahiyê dûr bûn û nezan bûn.
Nimûne ji Qewlê Afirandina Cîhanê.
Yarebî dinya hebû tarî,
Tê de tijî bû mişk û marî.
Te zindî kir taze halî,
Çû nema gul jê barî
Ji dema xwenasînê ve, mirovahî êdî derbasî qonaxa şaristaniyê dibe. Û
bi vê qonaxê re, karê edebî, civakî, xweparastina li hemberî şaşî û
nebaşiyê pêş dikeve, û dibe esasê pêşketinên nûjen. Ola ezda, beramberî
xweza, birûsk, tarî, êş û hovîtiyê, mentiqekî mukum ji bona
danûstandinê, bi rêk û pêk kiriye û herweha bingehên felsefa jiyanê
daniye.
Naskirina bi xweza, element û nîşanên pîroz re, bûye baweriyeke
bingehîn a êzdatiyê. Nîşan û tiştên weke roj, heyv, stêrk, agir, av, ax
û ba dewreke girîng di ola êzdatiyê de dileyizin. Xêr û bereketên ji
xwezayê, her weha her tiştê li ser rûyê erdê diqewme, jê re felsefeyek,
şîroveyek, baweriyek tê peydakirin. Ev digihêje wê encamê, ku hemû tişt
bi hêzeke xwedayî ve girêdayî ne.
Roj, weke hêzeke xwedayî a herî pîroz tê dîtin. Ji ber ku ew
hêzeke afirandinê a herî sereke ye, li ser rûyê dinyayê. Ango ew hêza
jiyanê ye, yan jî jiyan bi xwe ye. Roj tînê û ronahî dide û weha
ew dibe hêza herî mezin li dijî tariyê. Li ser vê bingehê jî felsefeya
XÊR û ŞER li ba mirovan peyda bûye û paşê mirov hîn bûye, ku çawa ji
hêzên ronahî, û xêrê re, sucde bike, û herweh li dij hêzên tarî û
şerxwaziyê, şer bike. Qudreta mirovan wûsa hino- hino zêde bûye,
başî û xêr bi pêş de çûye, paqijî û girêdana bi xakê ve jî, zexemtir û
bi hêztir bûye.
Ola me oleke xwezayî, sirûştî û ezmanî ye. Elementên wê jî ev in;
roj, hîv (mang), strêrk, ba, ax, av, agir û heft melekên erd û ezman
têne bibîranîn. Li gorî baweriya Ola ezda, xwedayekî van element û
melek, erd û ezmanan, heye. Ev xweda jî bi navê Xweda, Ezda,
Yezdan, Ezd, Ezata, Yazat, Yajatr, Êzî, Meda, Minda tê binavkirin.
Li gorî baweriya me xwedanê rojê (şemsê) êzdîn e. Şemsê êzdîn xwedanekî
ronahiyê ye û şewqa xwe dide hemûyan; hîv, stêrk, erd, ba, baran
bi hiner û keremeta xwedê li erdê dibare. Xêr û bereket dikeve nava
erdê, rewa pêk tê, keskayî çêdibe, giyanber jîn dibin, vejînek xurt pêk
tê. Mirovahî bi van elementên navborî, êdî demsala xwe, demjimêr
(seat), hejmar, meh, şev û rojên nas dike.
Di baweriya ezdatiyê de, ev elementên xwedayî dikarin zorî, xweşî,
firehî û tengayî, sarî û germî, bihar û çile, mirin û jiyanê bi xwe re
bînin. Li ser van rastiyan, esasa dualîzm(du alî) çêdibe û ev yek bi
xwezayê ve jî girêdayî ye. Ev yek jî, jixwe berî her tiştî cûdayiyê
çêdike. Cudayiyê bi vê re, dest pê kir: Jor û jêr, bilind û nizim,
mezin û biçûk...htd. Di nava vê xirecirê de jî, xwenaskirin çêdibe. Her
çiqasî ev girîng bû jî, lê erkanên ku mirov bikaribe bi wan, hev debar
bike (îdare bike) û hev hembêz bike tune bûye. Ger dijayetî hebe jî,
diviya bû jiyan neyê sekinandin. Di ilmê xwedê de, ev rastî hene, hemû
cûreyên mirin û jiyanê û nirxên din, di hemû deman de, ne xirab bûne.
Di ola êzdayî de bûyîn û mirin pîroz in, ji ber xwedê çawa dide weha jî
distîne. Mirina ne li wext, serma zêde, germaya bilind, bayê gur, agirê
bi hêz, ev yek ne baş in û ev yek nayêne pejirandin. Di baweriya me de
giyan namire. Ji ber ji sira xweda ye û ew giyan xwe di giyanekî din
diguherîne. Ji bo ev rastî were pejirandin, pêwîst bû zagon, ango “hed
û sed” bêne danîn û herweha gereke hiskirin peyda bûba, daku di
civakê de, dê û bav, keç û xort û herkes rêya xwe nasbike, xebat û
xizmet û xêr û şer ji hev bibînin der. Daku hevqirkirina bi
hovîtî ji nava mirova rabe, li ser fikirê dualî (dualîzm) û
baweriya xwedanê heyv û rojê, xweşî û bereketê, Xwedê Tawisî Melek
dişîne nava mirovan. Serokê her şeş melekên erd û ezman Tawisî Melek,
ji bo baweriya xwedê û ezdanê dilovan li ser rûye cîhanê bi fikrê rast,
zarê rast, karê rast bi cî bike, mirovahî afirand û ev gotinên pîroz di
nav wan de bi cî kirin. Her weha Tawisî Melek û melekên din, sir û
xelatên xwe digihînin xas û ewliya, ew jî ji bo fikrê rast, gotina rast
û karê rast bi mirovan bidine naskirin, kar dikin. Bi vî awayî
ronahîkirina mirovan, yekemîn car, di dergûşa jiyanê de, ango li LALIŞA
NÛRANÎ, rû da:
Ji Kinar çûne ber Kinar e
Hate Lalişê got xweş war e
Ezdanê me xweş rêber e
Laliş rikna beşer e
Niha êzdiya jê bawere
Di welatê me de û di nava tevaya gelên Arî de, ev baweriya pîroz hatiye
pejirandin. Baweriya me a bi rojê re û bi zanîna medenîbûnê, libasê spî
li xwe dikin, weke dewra berê niha jî wan libasa li xwe dikin. Ji bona
xwe ji ber pewîrê rojê biparêzin, xwe ji nûra xweda venaşêrin û
xwe ji ziyana wê diparêzin. Libasê spî weke nîşana aştiyê tê naskirin.
Kesên oldar bi piranî bi kincê spî ne, ev yek temsiliya paqijiyê ye.
Lewma jî safî ne û aştîxwaz in, cilên aştiyê ne.
Ji bo çandinî, keskayî, hilanîna şînayî û danîna wan divê roj hebûya. Bi rahma xwedê ba û baran dibare.
Parastina êzdiya ya berê û a niha ya bi navê zerdeştiyê tê
bi nav kirin, baweriya wan bi duhakirina sê caran ji bo rojê ye.
Pîrozgehên hingê jî mixare, qub û mergeh in. Çira û agir timî li pêş
deriya û di nava pîrozgehan de pêdixistin. Ên rêvebiriya ola ezdayî
dikirin, bi navê zerdeştî, pîr (megas), rêber û pêşîmam bûn. Di nava
farisan de jî, şah hebûn.
Xirabî û qencî, ronahî û reşî, nêr û mê, xweşî û nexweşî; ev tişt di
jiyana hemû kesî de, hene û em dibêjin jiyan bêyî van nameşe.
Piştî fikrê dûalizmê, pejirandina yek xwedayî, hebûna xwe diyar kir.
Belê çima cihûtî, mesîhîtî û misilmaniyê êzdaparêzî, xwedaparêzî û
girêdayîna bi van elementên pîroz ve, weke baweriya bi neqenciyê, an jî
bê xwedatiyê dane nîşandan. Bi vê yekê me tawanbar dikin, ku em ango
êzîdî ne- xwedêparêz in. Ji 4 hetanî 5-hezar sal ve, êzîdî bi yek
xwedayî sond dixun, ji yek xwedayî re sucde dikin û herweha bi zimanê
zevî û darên xwe, çem, derya û avên xwe, çiya û baniyên xwe, ku zimanê
kurdî ye, zimanê xak û kesayetiya wî ye, jê re duha dikin, lavijan
dixwînin. Bi kurtî mirov dikare bibêje, bi qasî ku êzîdiyan xwe wekî
xwedaparêz/ ezdaparêz/ êzîparêz nas kirine, ewqasî jî xwe wekî kurd nas
kirine, çimkî ew di dawiyê de, sucdekar û bawermendên xwedayekî kurd
in.
Ji baxiziyê bûye pêwana kedxwarî û zordariya dagirkeran. Ji ber
zerdeştiyan qîma xwe bi qiraltiya sasaniyan ne anîn û gotin mirov nabin
xweda, rastî zordariyên dijwar hatin. Çavên dijminan ji berê de heta
niha jî di buhişta welatê me de ye. Lewma qal û şerên şûrkêşên wan li
ser serê me kêm nedibûn. Ji bo wan karên xwe, yên qirêj bigihêjin
armanca xwe, zilmdarî û neheqî dane meşandin. Pêwistî bi wan aloziyên
xwedênenasî dîtin. Gotin, ev xwedênenas in û berê leşkerên xwe yên hov
ajotin welatê me.
Yeke din jî heye; beriya bi hezarên salan êzdî dibêjin xweda riha dide
û distîne. Emîn Cebraîl û Ezraîl, ji bo ji teşqele bêne parastin, duwa
ji her duyan re jî dikin. Ev yek di nava tevaya baweriyan, ol û meseban
de, heye. Gotina xirab ti têkiliya xwe bi Tawisî Melek re tune.
Lê mixabin her çiqas dewra mirovahiyê bi pêş de çûye jî, lê dîsa
pirsgirekên wusa dajon ser me. Em jî ji wan dipirsin, ka beriya Musa,
her weha beriya Îsa û beriya Mihemed baweriya wan çi bû û çi
diparastin? Musa berî Îsa bi 1200 sal, Îsa jî berî 2002 sal,
Mihemed jî berî 1441 salî çêbûne. Ola ezdatiyê ji niha ve zêdeyî 5000
sal in heye. Ger hûn Birahîm bavê xwe tevan dibînin û Nûh jî weke
azadkarê cotê giyanan dibînin. Ew herêma pêxemberan, xas, ewliya û
nebiyan, ku li wir dahir bûbûn, û herweha jiyanê lê deng û reng vedabû,
ciyê ola me bû. Baweriya me, baweriyeke ezdayî ye. Weke em tev jî
dibînin û ew pêxemberên navborî jî baweriya wan ev bû. Lê li gorî demê
xwe guhastin. Yên rê şaş kirine dûşopên wan in û ol li gorî
berjewendiyên xwe bi kar anîne. Ew in yên welatê agir û rojê bi daxwaza
xirab dane nîşandan. Di bin van navên xirab de, em dane qirkirin û
ciyên tewafgeh û pîrozgehên me hêrivandine. Reyaksiyona me lewma bi
hêrseke bilind tê xwuyakirin. Weke nimûne împerator û dewletên bi navê
wan olan hatine çêkirin, nirx û pirtûkxaneyên me şewitandine an jî
kirine malê xwe.
Mazdekî weke çakî, qencî û başiyê tê dîtin. Ev bawerî jî weke berdewama
mîtrayiyê, ku xwedayê wê, xwedanê başiyê, ronahiyê, ezman û şewqa Ahura
Mazda ye. Yê li dijî vê yekê jî hêza tariyê ye, Ehrîman e. Pirtûka
pîroz Avesta tê parastin. Medan ji bo xêr û bereketê bikin, dewar
di çandiniyê de bikar anîn. Kaniyên avê û cihên pîrozgeh dihatin
parastin. Wexta di navbera mirovên olparêz û hindek grûpên din de,
nakokî derdiketin, ji bo ku di nava mirovan de, neqencî çênebe, dijhevî
bê kêm kirin û lihevhatin çêbibe, xwedê hukmê her du aliyan avête
ser milyaketên xwe, ew şandin ser rûyê erdê û sira wan gihande xas û
ewliyan.
Dema sed û erkan tên danîn, pê re roja nû tê destpêkirin. Ji wê demê û
vir de, mirov hev û din efû dikin û xwe ji xirabiyê azad dikin. Di wê
demê de Zerdeşt li ser bingeha ola ezdatiyê, di navbera dewra kevin û
nû de, weke pirekê dewra xwe dileyze û sira Tawisî Melek digîje
Zerdeşt.
Ji bo aliyê xwedayî û aliyê ezdatiyê li gor demê bide meşandin, ew jî
li ser herdû aliyên baweriyan disekine û dibêje; baş bifikire, baş
bipeyive, baş bixebite, yekem zilamê olê, yekem yê parastinê, yekem
şivan. Yekemîn biryardar û agahdarê rast e. Bi vê yekê ji nû ve
kevneperistî derbasî nûjînekê dibe û derbasî rêya medeniyet û
şaristianiyê bûyine û dibin. Bi rastî jî ciyê welatê me û ola me
Mezopotamiya jorîn û jêrîn e, bi navê baxçê buhûştê hatiye binavkirin.
Zerdeşt li wir ola ezdayî ji Hindê heya Çînê li tevayê cihanê yek
xwedayî li ser bingeha ola ezdayî daye zeyinandin û pejirandin, kaniya
wan ji baweriya Mezopotamiya ye. Ev cî ciyê xasa ye, ciyê ewliya ye,
weke bajarê Urfa (Riha), weke çiyayê Cûdî û Ararat warên Nûh û Brahîm
in. Pêxember Zedeşt senemparêzî (heykel) ji holê rakir û destpêka
gelan û civakeke nû danî. Ev yek beriya niha bi hezarên salan bû.
Bi diharbûna Zerdeşt re, pirtûka pîroz Zend Awesta bi zimanê kurdî
hatiye nivîsandin. Ev yek rastiya ezdatiyê ji kurdan re dide
nîşandan. Piştî ketina medan û hatina farisan, Eskenderê Çar Qurne
beriya zayînê bi 333 sal, ereb û moxola, tirkan perestgeh û nîşanên me;
yên olî xistine bin destên xwe û paşê wêran kirine.
Berhemên dîroka gelê me û ola gelê me, zêde di destê me de nemane.
Weha ye: “Xweda, xwedayê serê sera ye, xaliqê medh û sena ye.” Ji vê
nimûnê jî xwiya ye, ku ev ol oleke fireh e. Û dibêje rêya qencî û
xirabiyê, xêr û guneha, buhişt û dojehê, tevaya heqî û neheqiyê, çêbûna
însan û mirina wî, roja qiyametê, azadkerê wî Madî ye. Di ola me de
aştî, yekîtî û parastina malbatê gelek pîroz e. “Madî wê rabe ji
nav mixarê, textê Meda derxne ji destê kufarê”.
Firqa di navbera ola me û olên din de; yên hene ev in; di olên din de,
dibêjin: Mirovên li vê cîhanê neqenciyan bike wê li wê cîhana din bibin
xwediyê azabê. Lê ji ber ku ola me cîhanî ye, divê di jiyana xwe de,
kedê bike, xêr û gunehên hebin li vê cihanê nefsa xwe paqij bike û
piştre dikare xwe bigîhîne buheştê. Bi ked û xizmetkariyê dikare xwe ji
gunehên xwe azad bike. Bi vî awahî nahêle mirov bikevin bin merez û
şînporiyê. Ji bona xêr û gunehên wan binivîsînin, kar û emelên wan di
jiyana wan de, dide diyar kirin. Li ser navê ola ezdatiyê an jî li ser
navên olên din, yên ku dibêjin; li vê dinyayê her tiştî weke me bikin
hûnê bi rêya me herin buheştê, ev yek nîşanên bindestkirin û kolekirinê
ne.
I use Facebook for both personal and buinsess reasons. I have to say though that the method I see many people using to promote their buinsess can sometimes seem annoying or spam-ish. However, others I see promoting brands on Facebook do it very well with a subtle approach. I think it is a good idea to take time to browse random brands on Facebook and monitor how each differs in the ways they promote themselves and then look to see who appears to have more apparent engagement with their fans. Thanks for taking the time to share this nice article !