Navên xwedê li cem êzîdiyan
Li gorî mîtolojiya êzdatiyê ku bi navê 7 milyaketên miqerim tên
gotin, piştî xwedê girîngî û heskirina wan heye. Xwedê di destpêkê de,
gewherekî spî xuliqand û kevokek jê afirand navê wê kire Enger û
gewherek avête ser pişta wî û çil hezar sal rûnişt li ser. Di Mishefa
Reş de, weha hatiye:
Roja yekem/yekşem, milyaketê bi navê Tawisî Melek, mezinê her şeş milyaketan hate xuliqandin.
Roja duşemê, Melek Dirdayîl/ Şêx Sin.
Roja sêşemê, Melek Îsrafîl/ Şêşims.
Roja çarşemê, Melek Mîkayîl/ Şêxûbekir.
Roja pêncşemê, Melek Cebraîl/ Nasredîn.
Roja înê, Melek Şimxayîl/ Şerfedîn.
Roja şemiyê, Melek Nûrayîl/ Fexredîn.
Piştre xwedê sûretê (wêneyê) esman, erd, heyv, rojê xuliqand û weha wirde wirde gerdûn bi giştî hate afirandin.
Li gorî bîr û baweriya êzîdatiyê xwedê di destpêkê de, sira xwe da van
milyaketan û paşê milyaketan jî sira xwe dane xas û xwedanan.
Êzî, Ezda, Êzd, Xweda, Yezdan, Padşa û Meda wek navên xweda li cem
êzîdiyan tên bikaranîn. Ev nav tev jî bi wateya xwedayê
gewre û yekta tên bikaranîn. Sebqeyek ji qewl weha
dibêje:
Siltan Êzî bi xwe Padşa ye,
hezar û yek nav li xwe danaye,
navê herî mezin her xweda ye.
Xweda dizane li bahra çend keşkûl av e,
ev dinya li ba wî seat û gav e.
Xwedê yek e,
bê şîrîke û bê heval e,
her ewe, her ewe,
ne xwarine, ne vexwarine, ne xewe
şada dînê min bi navê xwedê û Tawisî Melek dibe rewa.
Ezda li ser astê zimanewî ji du kîtan yan jî ji du bêjeyan pêk hatiye:
EZ + DA = ango yê ku “ez” dayîm/ Xulqênerê min.
|