Sê
xebatên lêkolînerê êzdî Pîr Dîma ku li peytextê Gurcistanê,
Tiflîsê dimîne wek pirtûk hatin weşandin. Pirtûka pêşîn di derbarê
Êzdîyên Serhedê de ye, pirtûka duwem di derbarê Kurd li Gurcistanê û
pirtûka sêwym wek albûm li ser Parêzgeha Laleşê hatiye amade kirin. Pirtûkeke
nû ya Pîr Dîma bi navê "Êzdîyên Serhedê" li bajarê Moskowê derket.
Pirtûk bi zimanê rûsî ye û bi kalîteyeke baş hatiye çap kirin. Niha
pirtûk bi zimanê kurdî (kurmancî) tê hazir kirin. Ev pirtûka dîroka ber
û qebîlên (êl û eşîrên) êzdîyên Kavkasîya başûr (Ermenîstan û
Gurcistan) ên ku heya sedsala XIX li Serhedê diman, raberî xwendevanan
dike. Peyva 'serhed' bi kurmancî tê wateya "li ser sînor". Ev dever,
bajarên Qersê, Îgdirê, Bazîdê, Eleşgirê û Wanê digire nava xwe. Di vê
serdemê dê, ya ku di vê pirtûkê qala wê dike, ev herêm bibû qada
pevçûnên leşkerî di navbera Rûsîya qeyserî û Împêratorîya osmanî, wisa
jî di navbera ber û eşîran da. Materîyalên ji bo nivîsîna vê pirtûkê
Pîr Dîma di nav 15 salan da kom dikir. Di dema karê xwe yê dînî ew wisa
jî di nav êzdiyan digeriya û pirs ji kalemêran dikir. Herwisa gelek
agahiyên hêja ji arşîva Rûsya qeyserî û Gurcistanê jî wergirtîye. Çend
cara çûye di nav ezdiyê Tirkiyê, Îraqê, Sûryê. Di havîna sala 2006 ew û
xemxur û dilsozekî ezdiyan Sûlîko Korkitî tevayî çûbûn seredana gundên
ezdîyan yên berê li Serhedê. Ew rastî rûspiyên kurdên misilman hatin ku
niha li wan gunda dijîn û gelek şilkên wan gundan jî bi xwe ra
anîn. Pirtûk bi alikarîya fînansî hêja Memê şxan Belekerî hate
çap kirin. Pirtûk ji bo kurdzanan, êtnograf û dîrokzanan, wisa jî ji bo
komeke xwendevanan a berfireh hatiye armanc kirin. Rêdaktorên pirtûkê:
Prof. Albêrt Mêntêşaşvîlî, Dr. Lamara Paşaêva. Pirtûka duwem a Pîr Dîma bi navê „Kûrtêbî Sakartveloşî"
angu Kurd li Gurcistanê ronayî dît. Pirtûk bi zimanê gurcî bi kalîteya
hêja hatîye çap kirin. Pirtûk ligel lekolînerê gurc Mamûka Komaxîa
hatiye amade kirin. Di vê pirtûkê da derheqa dîroka kurdan û pêwendiyê
wan bi ûrisan û gurcan ra gelek zanyarî hene. Herweha di derbarê
diyarbûna kurdan li Gurcistanê ji kevin heta bighîje hatina ezdiyan û
cîwarbûna wan li vir, derheqa dînê ezdiyan, strûktûra civaka êzdiyan,
jiyana wan ya kulturî di wexte Sovyetê da û heta niha. Niha pirtûk bi
zimanê îngîlîzî jî tê amade kirin. Albûmeke
rengîn bi wêneyên xweşik xemilandî û bi kalîteya bilind derheqa
paristgeha êzdiyan a Lalişa Nûranî li Rûsya derket. Albûm ji 207
rupelên rengîn pêk hatiye ku ji ciyên pîroz (aqidê xasa û nîşangeh) yên
paristgehê têne dîtin, herwisa rismên kevin yê ziyaretê (yên
Badger, Leyard, Drower û hwd) yê peristgehê jî tê da hene û wêneyên
dindarên êzdiyan (Mîr, Babê Şex, Babê Çawiş, Feqir, Qewal û hwd.) jî
navda cî girtine. Di pêşgotina albûmê da derheqa dînê êzdiyan, dîrok û
civaka wan tê gotin. Ji bili vê, şiroveya her rismekî di nav da heye.
Tekstên albûmê bi sê zimana hatiye dewlemend kirin: kurmancî, rûsî,
îngîlîzî. Albûm
ji aliyê wan zaniyaran va hatiye amade kirin: Pîr Dîma (oldar û
dîrokzan), Dr. Stanislav Grigoriev (arkêolog), Lada Ivasko (arkêolog).
Wêneyên di albûmê da dema seredana (ekspêdisyona zanistî) ya komeke
zanyarên rûs li Kurdistanê hatiye kom kirin. Xêncî vê, gelek wêneyên
kevin ên gerokên ewropî û wêneyên ji arşîvên malbatî hatine bi kar
anîn. |