Сегодня 05.05.2024

Добро пожаловать!
Езид , Езиды , Эздики Эзди , Yesidi Esidi yezidi Lalish - это сайт, где вы можете скачать торрент игры, найти полезные фильмы для вашего компьютера, скачивать программы,добовлять свой сайт в наш топ сайтов, а главное вы сможете скачать всё с хорошей скоростью.
Главная » 2009 » Январь » 20 » kêvlê êydÎa
12:10
kêvlê êydÎa
 

Duwa hêvarê

Ya siwarê rojhilatê, rojava yê 
Hûn bidene xatira dotê û dayê 
Hûn me xilas kin ji qedayê, ji bela yê 
Hûn bidene xatira kaniya sipî yê 
Ya Şêşims tu halê mala xwe bipirsî û me jî vê carê 

Hûn bidene xatira erş û kursî Gay û masî 
Heyat li kursî 
Ya Şeşims tu li halê me û hazira bipirsî 

Hûn bidene xatira lewh û qelem e 
Hewa û Adem e 
ya rabî tu li bang û hawara me were 
Li hemû çaxa û li hemû dem a 
Ya Şêşims tu pirsiyarekê li halê me û hazira bik e 

Hûn bidene xatira çerxan û felekan Horiyan û melekan 
Sira Tawsî Melek û çarde tebeqan 
Ya Şêşims tu pirsiyareke xêrê li me û hazira bike 

Hûn bidine xatira buhi·tê û dar ê Kafê û mixar ê 
Sira Êzî û Bêtil Far ê 
Ya Şêşims tu pirsiyareke xêrê li me û hazira bike vê car ê 

Hûn bidene xatira dira spî ye Melekê bêrî ye 
Sira Êzî ye 
Ya Şêşims li dîwana siltan Şêxadî 
Tu bo mala xwe û me jî bikî hêvî ye 

Hûn bidene xatira dira sor e Êzdîne mîr e 
Qubletil bidor e 
Ya Şêşims bang û hawarên me bi melekê jor e

Hûn bidene xatira dira zer e Ax û av û agir e 
Erd û ezman û ber e 
Êzdîne mîr û her çar sir e 
Ya Şêşims tu li banga mala xwe û me jî wer e

Hûn bidene xatira sûka marîfet ê Mêrê li ber bedlê diket xilmet ê 
Derwêşê şev û roj diket ebadet ê 
Şêx û pîr, hosta û merebî, yar û birayên axiret ê 
Ya Şêşims tu meferiyeke mala xwe û me jî bike vê carê 

Hûn bidene xatira kursiya rehman a Melekî can a 
Behra qudsî suphana,nefesê cana bin can a 
Ya Şêşims me ji te divê dîn û îmana 

Hûn bidene xatira Cibrayîl, Ezrayîl, Mîkayîl Şifqayîl, Derdayîl, Ezafîl, Ezazîl 
Her heft melekên mezin, di destî de mifte û kilîl 

Ew jî wê li ber hizreta melekê celîl Hûn bidine xatira cebrayîl,Ezrayîl,Mîkayîl, Şifqayîl, 
Derdayîl, Ezafîl, Ezazîl 
Her heft melekên mezin, xasê berê çiqasî bedîl 
Di destên wan de, mifte û kilîl 
Li hizreta melekê celîl 

Ya Şêşims tu meferî,tu xaliqê meyî her û herî Ti risqa didî û risqa dibî 
Ya Şêşims ji te dixwazim sebir û nas 
Me yek heya dereca îman ê 
Tu me xilas bike ji bêbextî yê. 
Ji me Êzdiyan re kilîl û mifte bîn e 

Li me veke dergehê xezîn ê Hawara me ve bê, vê carê xwedanê Hekar ê



Категория: Kewlê ÊzdÎxanê | Просмотров: 1189 | Добавил: ezdi | Рейтинг: 0.0/0
Всего комментариев: 0