Сегодня 05.05.2024

Добро пожаловать!
Езид , Езиды , Эздики Эзди , Yesidi Esidi yezidi Lalish - это сайт, где вы можете скачать торрент игры, найти полезные фильмы для вашего компьютера, скачивать программы,добовлять свой сайт в наш топ сайтов, а главное вы сможете скачать всё с хорошей скоростью.
Главная » 2009 » Январь » 20 » kêvlê êydÎa
12:13
kêvlê êydÎa
 

Qewlê Derwês Adem

Nav xasê Þêxadî bûye xeber e 
Derwêþ Adem diçe sefer e 
Çî sibeyeka bi nîþan e 
Nav xasê Þêxadî bûye xeberdan e 
Derwêþ Adem diçe xoristan e 
Hey derwêþê mino yî bi delîl e 
Yî bê qale, yî bê qîle 
Wê runiþtiye rêya xêran û sebîl e 
Mîrê xoristanê wê we dibê ye 
Derwêþek wê li wê ye 
Ka birênin ewî derwêþî çî divê ye 
Qasid wê diçiye 
wê ji derwêþî pirsiye 
Derwêþ mesileheta te li van ciya çiye 
Ey Derwêþ wê we debê ye 
Firmanek hatî ji ba Xwedê ye 
Derwêþ Dota mîrê te divêye 
Qasid vedigeriye 
Mîrê xoristanê jê dipirsiye 
Tu hatî Derwêþ mabû li ciye 
Qsid we didet xeber e 
Mîro Derwêþekî ho yî xweser e 
Ez nikarim cewabê wî bikim dahir e 
Mîr divê cewabê mabû dilmay 
Hûn birênine minê vî geday 
Li wê hebû xelkek bi merîfet û nasîn e 
Mîro bihinêre pê wî derwêþî û bîn e 
Ka yî sewdaye yan dîn e 
Mîr dihinart Derwêþ dihat e 
Mîrê xoristanê digehiþtê birê axafte 
Derwêþte qelenê kiça min çêkir xebat e 
Ey Derwêþ wê we dibê ye 
Mîro heke zêr divên dê bote înim ji dinê ye 
Heke te dur divên dê bote înim ji behirê ye 
Derwêþ dura ji min re bîn e 
Te li me bê bawerî û yeqîn e 
Heke sibê dê serê te birim, 
ser kela xoristanê dayine 
Ew Derwêþê minî xas e 
Bi þa yar û bira vexwarî kas e 
Qesd kir çû dîwana xidiruliyas e 
Xidiro ya Xidirî 
Li DerwêþAdem fikirî 
Derwêþbira tu li vî derghî li mehderê 
Xidiro bira dura ji min re bînin 
Ji behrê ezimînin 
Heke ezetê Þêxadî serê min serkela, 
xoristanê dadinîn in 
Ey Xidir wê we dibê ye 
tirsa bû ji xofa Xwedê ye 
Çengilê Derwêþî girt tesmîl kire behrê ye 
Derwêþwê digerê wê dikete gazî 
Çîqas muxiliqê behrê serhilîna hevrazî 
Derwêþ tu Xwedê xwe biheq dinasî 
Ka birêne tu çî ji me dixwazî 
Gelî muxliqa dura ji mera bînin 
Ji behirê ezmînin 
Heke bi izetê Þêxadî 
hûn dê roja axiretê cizay ji destê min bînin 
Çiqas muxliqê li wê ye 
Hemû ya qesd kirin çûne behrê ye 
Her kesek hat durek divê ye 
Ewan muxliqa dur dianîn 
Ji pêþ nedirê xasa ve danîn 
Derwêþ Adem sê dur ji wan dura hilanîn 
Hey Derwêþê mino sergerdan e 
Qesid kirin çone behira bay dibiniyan e 
Durêt wê behirê jî înan e 
Hey Derwêþê mino îna dure 
Ji wan dura hilgirt bûn sê dure 
Dane destê mîrê xoristanê bi sure 
Mîr mabû li vê ecêb ê 
Ji mêj heye li defter û kitêbê 
Þuxlek wa li gel Derwêþa heye, 
ser nagirit bi lêbê 
Mîr Xwedan qiriyar e 
Kiça xwe li derwêþ Adem kire mar e 
derwêþ pal keça xwe ve dihinar e 
Derwêþ firî wekî teyar e 
Kulik û pencerê qesrê di qesrê re hate xwar e 
Ne heþtibû nav keziya û guhar e 
Hindek xerqê xwe bi kiçê re sipar e 
Dabuye keçê xerqe ye 
Silav bike li babê ye 
Qenciya we kirî layiqî we û esilê we ye 
Heke pisekî me dahir be xwe negre û bêye

Qenciya we kirî ye li rê ye 
Heke weledekî me dahir bû xwe negre û bê ye 
Li wê hebû xelkekî merîfetî jîr e 
Rêya xwe girtin çûne ba mîr e 
Mîro ka Derwêþê me ho yî nedîr e 
Mîrê xoristanê mal veciye 
Wê ji keça xwe dipirsiye 
Keça min ka ew Derwêþê ho yî weliye 
Babo wekî te Derwêþ ba min ve dihinar e 
Derwêþ firî wekî teyar e 
Di kulek û pencerêt qesrê re hate xwar e 
Nehêþt bû nav keziyan û guhare 
Hindek xerqê xwe bi mera sipar e 
Dabuye min xerqe ye 
Silav bike li babê ye 
Qenciya we kirî layiqî we û esilê we ye 
Heke pisekî me dahir be xwe negre û bêye 
Neh meh temam bûn bihorî nu bû heft sal e 
Mîrê xoristanê sidiq û êqîn xilmet kirî û 
Bû nuqita mîr Birahîm Ademe 
Ji wê nuqitê ku birî mîriya Birhîm ye li cê ye 
Ew paþayê misirê ye 
Ewî nedizanî babê wî 
Derwêþ bû xerqê Þêxadî lê ye

Категория: Kewlê ÊzdÎxanê | Просмотров: 1535 | Добавил: ezdi | Рейтинг: 1.0/1
Всего комментариев: 0