Сегодня 29.04.2024

Добро пожаловать!
Езид , Езиды , Эздики Эзди , Yesidi Esidi yezidi Lalish - это сайт, где вы можете скачать торрент игры, найти полезные фильмы для вашего компьютера, скачивать программы,добовлять свой сайт в наш топ сайтов, а главное вы сможете скачать всё с хорошей скоростью.
Главная » 2009 » Февраль » 21 » Ezdi News
20:09
Ezdi News

Ji Pîr Dîma sê pirtûk





Sê xebatên lêkolînerê êzdî Pîr Dîma ku li peytextê Gurcistanê, Tiflîsê dimîne wek pirtûk hatin weşandin. Pirtûka pêşîn di derbarê Êzdîyên Serhedê de ye, pirtûka duwem di derbarê Kurd li Gurcistanê û pirtûka sêwym wek albûm li ser Parêzgeha Laleşê hatiye amade kirin.

 

Pirtûkeke nû ya Pîr Dîma bi navê "Êzdîyên Serhedê" li bajarê Moskowê derket. Pirtûk bi zimanê rûsî ye û bi kalîteyeke baş hatiye çap kirin. Niha pirtûk bi zimanê kurdî (kurmancî) tê hazir kirin. Ev pirtûka dîroka ber û qebîlên (êl û eşîrên) êzdîyên Kavkasîya başûr (Ermenîstan û Gurcistan) ên ku heya sedsala XIX li Serhedê diman, raberî xwendevanan dike. Peyva 'serhed' bi kurmancî tê wateya "li ser sînor". Ev dever, bajarên Qersê, Îgdirê, Bazîdê, Eleşgirê û Wanê digire nava xwe. Di vê serdemê dê, ya ku di vê pirtûkê qala wê dike, ev herêm bibû qada pevçûnên leşkerî di navbera Rûsîya qeyserî û Împêratorîya osmanî, wisa jî di navbera ber û eşîran da. Materîyalên ji bo nivîsîna vê pirtûkê Pîr Dîma di nav 15 salan da kom dikir. Di dema karê xwe yê dînî ew wisa jî di nav êzdiyan digeriya û pirs ji kalemêran dikir. Herwisa gelek agahiyên hêja ji arşîva Rûsya qeyserî û Gurcistanê jî wergirtîye. Çend cara çûye di nav ezdiyê Tirkiyê, Îraqê, Sûryê. Di havîna sala 2006 ew û xemxur û dilsozekî ezdiyan Sûlîko Korkitî tevayî çûbûn seredana gundên ezdîyan yên berê li Serhedê. Ew rastî rûspiyên kurdên misilman hatin ku niha li wan gunda dijîn û gelek şilkên wan gundan jî bi xwe ra anîn.  Pirtûk bi alikarîya fînansî hêja Memê şxan Belekerî hate çap kirin. Pirtûk ji bo kurdzanan, êtnograf û dîrokzanan, wisa jî ji bo komeke xwendevanan a berfireh hatiye armanc kirin. Rêdaktorên pirtûkê: Prof. Albêrt Mêntêşaşvîlî, Dr. Lamara Paşaêva.

 

Pirtûka duwem a Pîr Dîma bi navê „Kûrtêbî Sakartveloşî" angu Kurd li Gurcistanê ronayî dît. Pirtûk bi zimanê gurcî bi kalîteya hêja hatîye çap kirin. Pirtûk ligel lekolînerê gurc Mamûka Komaxîa hatiye amade kirin. Di vê pirtûkê da derheqa dîroka kurdan û pêwendiyê wan bi ûrisan û gurcan ra gelek zanyarî hene. Herweha di derbarê diyarbûna kurdan li Gurcistanê ji kevin heta bighîje hatina ezdiyan û cîwarbûna wan li vir, derheqa dînê ezdiyan, strûktûra civaka êzdiyan, jiyana wan ya kulturî di wexte Sovyetê da û heta niha. Niha pirtûk bi zimanê îngîlîzî jî tê amade kirin.

 

Albûmeke rengîn bi wêneyên xweşik xemilandî û bi kalîteya bilind derheqa paristgeha êzdiyan a Lalişa Nûranî li Rûsya derket. Albûm ji 207 rupelên rengîn pêk hatiye ku ji ciyên pîroz (aqidê xasa û nîşangeh) yên paristgehê têne dîtin, herwisa  rismên kevin yê ziyaretê (yên Badger, Leyard, Drower û hwd) yê peristgehê jî tê da hene û wêneyên dindarên êzdiyan (Mîr, Babê Şex, Babê Çawiş, Feqir, Qewal û hwd.) jî navda cî girtine. Di pêşgotina albûmê da derheqa dînê êzdiyan, dîrok û civaka wan tê gotin. Ji bili vê, şiroveya her rismekî di nav da heye. Tekstên albûmê bi sê zimana hatiye dewlemend kirin: kurmancî, rûsî, îngîlîzî.

Albûm ji aliyê wan zaniyaran va hatiye amade kirin: Pîr Dîma (oldar û dîrokzan), Dr. Stanislav Grigoriev (arkêolog), Lada Ivasko (arkêolog). Wêneyên di albûmê da dema seredana (ekspêdisyona zanistî) ya komeke zanyarên rûs li Kurdistanê hatiye kom kirin. Xêncî vê, gelek wêneyên kevin ên gerokên ewropî û wêneyên ji arşîvên malbatî hatine bi kar anîn.  

Категория: ÊzdÎ Gerogie | Просмотров: 1760 | Добавил: ezdi | Рейтинг: 1.0/2
Всего комментариев: 0
Имя *:
Email *:
Код *: