Сегодня 05.05.2024

Добро пожаловать!
Езид , Езиды , Эздики Эзди , Yesidi Esidi yezidi Lalish - это сайт, где вы можете скачать торрент игры, найти полезные фильмы для вашего компьютера, скачивать программы,добовлять свой сайт в наш топ сайтов, а главное вы сможете скачать всё с хорошей скоростью.
Главная » 2009 » Февраль » 22 » kawl
18:10
kawl

Duwa



Şehda dînêmin yek xweda ye
Emîn Cebraîl evîniya Ezdaye ye
Bergeha min roj û mergeh e

Silavên min li mergehê li Lalişê
Û li xwedanê qubêyê
Şêxadî Şêxê min e, ji nûra padşa ye
Şemsê Êzdînê çira ye

Pîrê min Hesin Meman e
Hoste û merebî ji mala Baban e
Kaniya Sipî mora min e
Kaf û mixar û zimzim Heca min e
Tawisî Melek şahda îmana min e
Wisa jî tê gotin(2)

Şehda dînê min êk Ellah
melik Şêx Sin heq hebîbillah
Meqlub û Mergeh sela
Silavêt mêra li lalişê meqlubî
birî mehê, cotên quba, li wî erdê
Êzîdxan ser dikêşne ber
Íbadetê sucdehê

Siltan Êzî pedşê mine
Şêxûbekir mewlayê min e
(Şêx mamed) Merebiyê min e
(Şêxalê Şemsa) Şêxê min e
(Hesin Meman) Pîrê min e
Tawisîmelek şehde û îmanêt min e
kaf û mixar û zimzim heca mine
Qubletil bidor qubleta min e
(Melik Şêxsin) baxweyê mine
(Şêx Mûsê sor) xudanê min e
Şêşims mesebê mine
Bînîya äavêt mine
Al- hemidillah ji Adîya
Em havêtîne ser pişka suniya

Minetkarîn ji mîra
Vavartînji kafira,ji xenzîra
Em havêtîne ser pişka Şêx û Pîra

minetkarîn ji minetê
Vavartîn ji kafira,ji Şerîétê
Havêtîne ser pişka Şêxê sunetê

Heke Xudê kir Êzîdîne
ser navê Siltan Êzîne
El-hemidillah em bi ol û terîqetên xwe razîne.


-Ew kesê Şehdê didet pêwîste navê(Şêx,Pîr û Merebî)yên xwe bêje,ji ber hindê nav ji kesekî bo yê din tên guherîn.
-Şêxê sunetê mebest jê Melik Şêx Sine.
Категория: Kewlê ÊzdÎxanê | Просмотров: 1151 | Добавил: ezdi | Рейтинг: 2.0/2
Всего комментариев: 1
1 Sade  
0
AFAICT you've coevred all the bases with this answer!

Имя *:
Email *:
Код *: