Сегодня 05.05.2024

Добро пожаловать!
Езид , Езиды , Эздики Эзди , Yesidi Esidi yezidi Lalish - это сайт, где вы можете скачать торрент игры, найти полезные фильмы для вашего компьютера, скачивать программы,добовлять свой сайт в наш топ сайтов, а главное вы сможете скачать всё с хорошей скоростью.
Главная » 2009 » Февраль » 22 » kawl
18:16
kawl

Çarşemê hesava ne e’yda Kuloç


Vê dewyê hinek malper û rojnema da derheqa wa gotî Eyda Kuloç da tê nîvîsar.
Mixabin nivîsvanê wan gotara jî hîmlî dunavin, lêkolînvan û nivîskarin...Evê nerastyê ez mecbûr kirim derheqa wî rê-rizmê dînî da, ku cem Êzdiyên Rûsyayê tê pêkanîn, vê gotarê binivîsim. Li nav civaka Êzdiyan da tu cara nehatye gotin Êyda Kuloç yan eyda Kloçê serê salê. Petandina Kuloçê serê salê percek ji wî rê-rismê dînî ye, kîjanî ra dibêjin: Çarşemê hesava. (Koka vê rê-rizma dînî ji kî demî da dest pê bûye û çima tenê li nav Êzdiyên Rûsyayê da maye lêkolîna zanyarî ya dûr û bingehîn dixweze. Em wî karî bihêlin zanyarên pêshwextyê ra).
 Çarşemê hesava destpêka meha Adarê da dest pê diben, sê çarshemin. (Hinek cîya çarshema çara jî lê zêde dikin). Hesenê Şêx Keleşê, ku ji malbeteke gundê Şamîranê (Ermenistan) ya a’limye bi nav û denge e ( Biroşyûra RÊ-RIZMA MILETÊ ÊZDÎ ANEGORÎ QIRARÊ DÎN, , Yêrêvan, 1994, rû 35) wa dinivîse: „ Hersal, meha adarêda (mart) Çarshemê Hesav destpê dibin. Meva eyane, wekî çar sala carekê rojeke salê zêde dibe. Meha Sibatê (fêvral) dibe 29 rojan, ew sal tê hesav sala Kabûs. Wî hesavî çarshemê meha Adarê dibine pênc çarshema. Wî wextî Çarşemê hesav dest pê dibin.“.
 Bi edet roja Çarşema e’wil da her maleke Kurdên Êzdî da xwerina başe bijartî tê çêkirin, ji wê xwerinê firaqekê, wek nanê mirya dishînine yan malê dunavan yan jî cînaran. Nîvro her malek li ber derê xwe yan li ser xanyê xwe agir dadide. Neferê malê dora kuçik dicivin, şa dibin, ser êgir ra banz didin. Qilçikê kiras yan derpê xwe pê wî agirî diweşînin. Yanê guneh, nexweşî, te’lî-tengasyê xweye sala çûyî li nav wê agirî da dişewitînin. Çarşema duda dîsa wek çarşema e’will tê kirin. Çaeşema sisya da dîsa tevî wan hemû pêkanînan KULOÇ tê petin.
Hesenê Şêx Keleşê dîsa wê pirtûka xwe da dinivîse: „Çarşema pêshin (Oxirçarşem) ewê rojê firaqe xwerin boy navê Xudanê meha Adarê, kîjan ku Melek Zeydîn e tê derxistinê.“
„Çarşema duda (Axirçarşem)-ew bi hesavê kevn sala miletê meye tezeye.“ Çarşema sisya (Qereçarşem)- Çarşema Kuloçe. Evê rojê Kuloç tê petinê, pêshemê tê kerkirinê…“
Kuloç petin jî bi vî teherî tê kirin: Ji ar, rûn, şîr, şekir û xurekên din (gerekê heft tem bin) hevîrekî mezin çê dikin. Morî yan jî diravekî biçûk davêjin li nav hevîr û rind distirên, usa ku nizanibin morî kî tangê dane. Pashê wî hevîrî pen dikin û tendûrêda dipêjin.
 Kuloç roja pêşemê ji alyê malxê malê va tê kerkirin. Bi kêrê ortê da dikin dû kera. Vê kerkirinê ra dibêjin xeta cot. Gava morî yan dirav ber devê kêrê derdikeve, dibêjin morî serê xeta cot ketye.
Wextê ew nîshan li ber xetê (devê kêrê) dernakeve, vê carê Kuloç par dikin: Parên Xudanê Malê (yan her heft mêrê dîwanê), Mamereşan, Gavan Zerzan, Memê Şivan datînin, paşê para neferê malê ra datînin. Nîşan li nav para kê da derket sal serê wî dikeve…Qencî û xiravî, bereketa malê ya salê nevsa wî (wê) şexsî (şexsê) va girê didin… Min ji devê geleka bihîstye, dibêjin ku dema xadim para xasa dikeve, ew sal malbetê ra xêr e.
 Dema meriv mêrasîma derbazkirna Çarşêmên Hesava hûrgilî lêkolîn dike, tê texmînkirin, ku girêdanek navbera wê û e’yda NEWROZê da heye…Demsala derbaskirina herda jî pir nêzîkî hevin û herda da jî agir tê dadan. Gelo di nav dewrana da e’yda Newrozê nava Êzdiyan da bi wî navî û wî cûreyî nehatye xweyîkirin? Ji bo wê demê gotineke wa jî hebû:
Newroza me siltanî,
Darê xwe hilanî,
Berî zivistanê da
Bahar dewsê anî.
 Hesenê Şêx Keleshê jî we biroshûra xwe, ya jorgotî da pêşdahatina Çarşemê Hesava wa şiro dike: „ Pey nîshandayîna gele kiryametara, rojekê Şîxadî dibêje: „Werin em her yek te’mekî bînin, kuloçekî bistirên. Xadimekê bavêjin nav hevîr, bipêjin. Sibetirê emê wî kuloçî kerkin, Xadim para me kîjanî ket em teslîmî wîbin, bira ew jî serwêrîyê me hemya bike.“
„Ew Mêr û milyaket hevra qayîl dibin, çawa Şîxadî dibêje, usa jî dikin. Sibetirê kuloç ker dikin. Xadim serê Şîxadî dikeve…“
 Bi texmîna me, ku usa bûya ev rê-rizmê li nav temamya Êzdiyan da bima.
Li nav hinek êlên Êzdîyên Ermenistanê da Çarşema çara jî tê derbaskirin. Wê çarşemê ra dibêjin „ Hesen pîrik“. Wê rojê diçin ser mezela. Ev çarşema hîmlî wan êla derbaz dikir, kîjan vebûna biharê ra derdiketin zozana (yên nîv koçer). Diçûne ser goristanên miryê xwe, paşê derdiketin zozana. Lê gundên êla Elegezê Çarşema çara nizanbûn, ji bo ew nîvê meha şeşa diçine ser mezela. Ew dernediketin zozana.
 Bi vê gotarê xwestina min nivîskar û lêkolînvanê Êzdîtyê ewe, ku dema dixwezin derheqa ê’yd, e’det yan rê û rizmên dînê êzdîtyê da binivîsin, bira rind lêkolînê bikin û temamya mêrasîmê bi tam binivîsin. Lêkolînvanên pêşîrojê ra ji bo serrastkirina pirsên dîrokê, êtnogirafyayê, olzanyê  ew yek pir pêwîste.
Usane ne E’YDA KULOÇ, lê ÇARSHEMÊ HESAVA.
***
Li nav Êzdîyên êla Elegezê (12 gund, xurû Êzdî), Ermenistan, mêrasîma Çarşemê hesava rê-rizmekî êzdîtyê yê herî hizkirî bû. Wî heyamê salê, wê herema çîyayîn hela berf li erdê heye, û sare. Çiqas jî sar bûya roja çarşemê, nîvro, li ber derê her malekê kuçkê agir dişxulî û bawarkî biçûk-mezinê gund derdiketin dora êgir…Ken û laqirdî, eşq û şayê gund hildida, heta nexweş jî hundur da nediman, derdiketin ber êgir, bawar bûn ku agirê çarşemê wê êşa wan ji xwe ra bive, ewê qencbin.
Roja kerkirina KULOÇ axaftina teva derheqa moryê da bû. Çika morya kîjan malê serê kê ket.
Категория: Kewlê ÊzdÎxanê | Просмотров: 1544 | Добавил: ezdi | Рейтинг: 5.0/2
Всего комментариев: 0
Имя *:
Email *:
Код *: