Сегодня 07.05.2024

Добро пожаловать!
Езид , Езиды , Эздики Эзди , Yesidi Esidi yezidi Lalish - это сайт, где вы можете скачать торрент игры, найти полезные фильмы для вашего компьютера, скачивать программы,добовлять свой сайт в наш топ сайтов, а главное вы сможете скачать всё с хорошей скоростью.
Главная » 2009 » Февраль » 26 » ezdi
23:09
ezdi

Li ser Êzidîyan

 

Ola êzdatiyê di Rojhilata Navîn de, oleke herî kevn e, xwedî dîrokeke demdirêj û bingeheke  xurt e. Li gor riknên çêbûna mirovatî û xwenaskirina mirovahiyê, rewişşt, rê û risim, û herweha erkanên ola me; yên pîroz, her ji destpêkê de, bi xemleke kurdiyane a resen, li ser rûyê cîhanê rû dane. Bi afirandina cîhanê re, ev bawerî di nava mirovahiyê de, hatiye afirandin û herweha zeyinandin.

Li gor bîr û baweriya ola ezda, dema rê û rism ji bo mirovahiyê hatine danîn; wê çaxê gerdûn bi giştî ji tevlîhevî û şêlûbêliyê derbasî dûzenkirin û sîstematîkiyê bûye. Wê çaxê mirovan xwe nas kirine; başî û nebaşî, wek du elementên dijhev û ji hev cuda, fam kirine. Ji tariyê derbasî ronahiyê, ji nezanînê derbasî zanebûnê bûne. Êdî jiyan bi hemû awayan hate bi rêkûpêkirin. Weha mirov dikare bibêje, ku bi peydabûna mirovê aqilmend re, ango bi veqetandina jiyana mirovan ji jiyana ajalan, çerxê mirovahiyê dest pê kiriye, û ji wê çerxê de mirov hîn bû, ku çawa her tim aqil û famdariyê di jiyana xwe de bide pêş. Eger çiqasî berî hingê rihliber hebûn jî, ew ji mirovahiyê dûr bûn û nezan bûn. Nimûne ji Qewlê Afirandina Cîhanê.

 

Yarebî dinya hebû tarî,

Tê de tijî bû mişk û marî.

Te zindî kir taze halî,

Çû nema gul jê barî

 

Ji dema xwenasînê ve, mirovahî êdî derbasî qonaxa şaristaniyê dibe. Û bi vê qonaxê re, karê edebî, civakî, xweparastina li hemberî şaşî û nebaşiyê pêş dikeve, û dibe esasê pêşketinên nûjen. Ola ezda, beramberî xweza, birûsk, tarî, êş û hovîtiyê, mentiqekî mukum ji bona danûstandinê, bi rêk û pêk kiriye û herweha bingehên felsefa jiyanê daniye.

Naskirina bi xweza, element û nîşanên pîroz re, bûye baweriyeke bingehîn a êzdatiyê. Nîşan û tiştên weke roj, heyv, stêrk, agir, av, ax û ba dewreke girîng di ola êzdatiyê de dileyizin. Xêr û bereketên ji xwezayê, her weha her tiştê li ser rûyê erdê diqewme, jê re felsefeyek, şîroveyek, baweriyek tê peydakirin. Ev digihêje wê encamê, ku hemû tişt bi hêzeke xwedayî ve girêdayî ne.

Roj, weke hêzeke xwedayî a herî pîroz tê dîtin. Ji ber ku ew  hêzeke afirandinê a herî sereke ye, li ser rûyê dinyayê. Ango ew hêza jiyanê ye, yan jî jiyan bi xwe ye. Roj tînê û ronahî dide û  weha ew dibe hêza herî mezin li dijî tariyê. Li ser vê bingehê jî felsefeya XÊR û ŞER li ba mirovan peyda bûye û paşê mirov hîn bûye, ku çawa ji hêzên ronahî, û xêrê re, sucde bike, û herweh li dij hêzên tarî û şerxwaziyê, şer bike.  Qudreta mirovan wûsa hino- hino zêde bûye, başî û xêr bi pêş de çûye, paqijî û girêdana bi xakê ve jî, zexemtir û bi hêztir bûye.

 

Ola me oleke xwezayî,  sirûştî û ezmanî ye. Elementên wê jî ev in; roj, hîv (mang), strêrk, ba, ax, av, agir û heft melekên erd û ezman têne bibîranîn. Li gorî baweriya Ola ezda, xwedayekî van element û melek, erd û ezmanan, heye. Ev xweda jî  bi navê Xweda, Ezda, Yezdan, Ezd, Ezata, Yazat, Yajatr, Êzî, Meda, Minda tê binavkirin.

Li gorî baweriya me xwedanê rojê (şemsê) êzdîn e. Şemsê êzdîn xwedanekî ronahiyê ye û şewqa xwe dide hemûyan; hîv, stêrk,  erd, ba, baran bi hiner û keremeta xwedê li erdê dibare. Xêr û bereket dikeve nava erdê, rewa pêk tê, keskayî çêdibe, giyanber jîn dibin, vejînek xurt pêk tê. Mirovahî bi van elementên navborî, êdî demsala xwe, demjimêr (seat), hejmar, meh, şev û rojên nas dike.

Di baweriya ezdatiyê de, ev elementên xwedayî dikarin zorî, xweşî, firehî û tengayî, sarî û germî, bihar û çile, mirin û jiyanê bi xwe re bînin. Li ser van rastiyan, esasa dualîzm(du alî) çêdibe û ev yek bi xwezayê ve jî girêdayî ye. Ev yek jî, jixwe berî her tiştî cûdayiyê çêdike. Cudayiyê bi vê re, dest pê kir: Jor û jêr, bilind û nizim, mezin û biçûk...htd. Di nava vê xirecirê de jî, xwenaskirin çêdibe. Her çiqasî ev girîng bû jî, lê erkanên ku mirov bikaribe bi wan, hev debar bike (îdare bike) û hev hembêz bike tune bûye. Ger dijayetî hebe jî, diviya bû jiyan neyê sekinandin. Di ilmê xwedê de, ev rastî hene, hemû cûreyên mirin û jiyanê û nirxên din, di hemû deman de, ne xirab bûne.

Di ola êzdayî de bûyîn û mirin pîroz in, ji ber xwedê çawa dide weha jî distîne. Mirina ne li wext, serma zêde, germaya bilind, bayê gur, agirê bi hêz, ev yek ne baş in û ev yek nayêne pejirandin. Di baweriya me de giyan namire. Ji ber ji sira xweda ye û ew giyan xwe di giyanekî din diguherîne. Ji bo ev rastî were pejirandin, pêwîst bû zagon, ango “hed û sed” bêne danîn û herweha gereke hiskirin peyda bûba, daku di  civakê de, dê û bav, keç û xort û herkes rêya xwe nasbike, xebat û xizmet û xêr û şer ji hev bibînin der. Daku hevqirkirina bi hovîtî  ji nava mirova rabe, li ser fikirê dualî (dualîzm) û baweriya xwedanê heyv û rojê, xweşî û bereketê, Xwedê Tawisî Melek dişîne nava mirovan. Serokê her şeş melekên erd û ezman Tawisî Melek, ji bo baweriya xwedê û ezdanê dilovan li ser rûye cîhanê bi fikrê rast, zarê rast, karê rast bi cî bike, mirovahî afirand û ev gotinên pîroz di nav wan de bi cî kirin. Her weha Tawisî Melek û melekên din, sir û xelatên xwe digihînin xas û ewliya, ew jî ji bo fikrê rast, gotina rast û karê rast bi mirovan bidine naskirin, kar dikin. Bi vî awayî ronahîkirina mirovan, yekemîn car, di dergûşa jiyanê de, ango li LALIŞA NÛRANÎ, rû da:

 

Ji Kinar çûne ber Kinar e

Hate Lalişê got xweş war e

Ezdanê me xweş rêber e

Laliş rikna beşer e

Niha êzdiya jê bawere

 

Di welatê me de û di nava tevaya gelên Arî de, ev baweriya pîroz hatiye pejirandin. Baweriya me a bi rojê re û bi zanîna medenîbûnê, libasê spî li xwe dikin, weke dewra berê niha jî wan libasa li xwe dikin. Ji bona xwe ji ber pewîrê rojê biparêzin, xwe ji nûra xweda venaşêrin û  xwe ji ziyana wê diparêzin. Libasê spî weke nîşana aştiyê tê naskirin. Kesên oldar bi piranî bi kincê spî ne, ev yek temsiliya paqijiyê ye. Lewma jî safî ne û aştîxwaz in, cilên aştiyê ne.

Ji bo çandinî, keskayî, hilanîna şînayî û danîna wan divê roj hebûya. Bi rahma xwedê ba û baran dibare.

Parastina êzdiya ya berê û  a niha ya bi navê zerdeştiyê  tê bi nav kirin, baweriya wan bi duhakirina sê caran ji bo rojê ye. Pîrozgehên hingê jî mixare, qub û mergeh in. Çira û agir timî li pêş deriya û di nava pîrozgehan de pêdixistin. Ên rêvebiriya ola ezdayî dikirin, bi navê zerdeştî, pîr (megas), rêber û pêşîmam bûn. Di nava farisan de jî, şah hebûn.

Xirabî û qencî, ronahî û reşî, nêr û mê, xweşî û nexweşî; ev tişt di jiyana hemû kesî de, hene û em dibêjin jiyan bêyî van nameşe.

Piştî fikrê dûalizmê, pejirandina yek xwedayî, hebûna xwe diyar kir. Belê çima cihûtî, mesîhîtî û misilmaniyê êzdaparêzî, xwedaparêzî û girêdayîna bi van elementên pîroz ve, weke baweriya bi neqenciyê, an jî bê xwedatiyê dane nîşandan. Bi vê yekê me tawanbar dikin, ku em ango êzîdî ne- xwedêparêz in. Ji 4 hetanî 5-hezar sal ve, êzîdî bi yek xwedayî sond dixun, ji yek xwedayî re sucde dikin û herweha bi zimanê zevî û darên xwe, çem, derya û avên xwe, çiya û baniyên xwe, ku zimanê kurdî ye, zimanê xak û kesayetiya wî ye, jê re duha dikin, lavijan dixwînin. Bi kurtî mirov dikare bibêje, bi qasî ku êzîdiyan xwe wekî xwedaparêz/ ezdaparêz/ êzîparêz nas kirine, ewqasî jî xwe wekî kurd nas kirine, çimkî ew di dawiyê de, sucdekar û bawermendên xwedayekî kurd in.

Ji baxiziyê bûye pêwana kedxwarî û zordariya dagirkeran. Ji ber zerdeştiyan qîma xwe bi qiraltiya sasaniyan ne anîn û gotin mirov nabin xweda, rastî zordariyên dijwar hatin. Çavên dijminan ji berê de heta niha jî di buhişta welatê me de ye. Lewma qal û şerên şûrkêşên wan li ser serê me kêm nedibûn. Ji  bo wan karên xwe, yên qirêj bigihêjin armanca xwe, zilmdarî û neheqî dane meşandin. Pêwistî bi wan aloziyên xwedênenasî dîtin. Gotin, ev xwedênenas in û berê leşkerên xwe yên hov ajotin welatê me.

Yeke din jî heye; beriya bi hezarên salan êzdî dibêjin xweda riha dide û distîne. Emîn Cebraîl û Ezraîl, ji bo ji teşqele bêne parastin, duwa ji her duyan re jî dikin. Ev yek di nava tevaya baweriyan, ol û meseban de, heye. Gotina xirab ti têkiliya xwe bi  Tawisî Melek re tune. Lê mixabin her çiqas dewra mirovahiyê bi pêş de çûye jî, lê dîsa  pirsgirekên wusa dajon ser me. Em jî ji wan dipirsin, ka beriya Musa, her weha beriya Îsa û beriya Mihemed baweriya wan çi bû û çi diparastin?  Musa berî Îsa bi 1200 sal, Îsa jî berî 2002 sal, Mihemed jî berî 1441 salî çêbûne. Ola ezdatiyê ji niha ve zêdeyî 5000 sal in heye. Ger hûn Birahîm bavê xwe tevan dibînin û Nûh jî weke azadkarê cotê giyanan dibînin. Ew herêma pêxemberan, xas, ewliya û nebiyan, ku li wir dahir bûbûn, û herweha jiyanê lê deng û reng vedabû, ciyê ola me bû. Baweriya me, baweriyeke ezdayî ye. Weke em tev jî dibînin û ew pêxemberên navborî jî baweriya wan ev bû. Lê li gorî demê xwe guhastin. Yên rê şaş kirine dûşopên wan in û ol li gorî berjewendiyên xwe bi kar anîne. Ew in yên welatê agir û rojê bi daxwaza xirab dane nîşandan. Di bin van navên xirab de, em dane qirkirin û ciyên tewafgeh û pîrozgehên me hêrivandine. Reyaksiyona me lewma bi hêrseke bilind tê xwuyakirin. Weke nimûne împerator û dewletên bi navê wan olan hatine çêkirin, nirx û pirtûkxaneyên me şewitandine an jî kirine malê xwe.

Mazdekî weke çakî, qencî û başiyê tê dîtin. Ev bawerî jî weke berdewama mîtrayiyê, ku xwedayê wê, xwedanê başiyê, ronahiyê, ezman û şewqa Ahura Mazda ye. Yê li dijî vê yekê jî hêza tariyê ye, Ehrîman e. Pirtûka pîroz Avesta tê parastin. Medan  ji bo xêr û bereketê bikin, dewar di çandiniyê de bikar anîn. Kaniyên avê û cihên pîrozgeh dihatin parastin. Wexta di navbera mirovên olparêz û hindek grûpên din de, nakokî derdiketin, ji bo ku di nava mirovan de, neqencî çênebe, dijhevî bê kêm kirin û  lihevhatin çêbibe, xwedê hukmê her du aliyan avête ser milyaketên xwe, ew şandin ser rûyê erdê û sira wan gihande xas û ewliyan.

Dema sed û erkan tên danîn, pê re roja nû tê destpêkirin. Ji wê demê û vir de, mirov hev û din efû dikin û xwe ji xirabiyê azad dikin. Di wê demê de Zerdeşt li ser bingeha ola ezdatiyê, di navbera dewra kevin û nû de, weke pirekê dewra xwe dileyze û sira Tawisî Melek digîje Zerdeşt.

Ji bo aliyê xwedayî û aliyê ezdatiyê li gor demê bide meşandin, ew jî li ser herdû aliyên baweriyan disekine û dibêje; baş bifikire, baş bipeyive, baş bixebite, yekem zilamê olê, yekem yê parastinê, yekem şivan. Yekemîn biryardar û agahdarê rast e. Bi vê yekê ji nû ve kevneperistî derbasî nûjînekê dibe û derbasî rêya medeniyet û şaristianiyê bûyine û dibin. Bi rastî jî ciyê welatê me û ola me Mezopotamiya jorîn û jêrîn e, bi navê baxçê buhûştê hatiye binavkirin. Zerdeşt li wir ola ezdayî ji Hindê heya Çînê li tevayê cihanê yek xwedayî li ser bingeha ola ezdayî daye zeyinandin û pejirandin, kaniya wan ji baweriya Mezopotamiya ye. Ev cî ciyê xasa ye, ciyê ewliya ye, weke bajarê Urfa (Riha), weke çiyayê Cûdî û Ararat warên Nûh û Brahîm in. Pêxember Zedeşt senemparêzî (heykel)  ji holê rakir û destpêka gelan û civakeke nû danî. Ev yek beriya niha bi hezarên salan bû.

Bi diharbûna Zerdeşt re, pirtûka pîroz Zend Awesta bi zimanê kurdî hatiye nivîsandin. Ev yek  rastiya ezdatiyê ji kurdan re dide nîşandan. Piştî ketina medan û hatina farisan, Eskenderê Çar Qurne beriya zayînê bi 333 sal, ereb û moxola, tirkan perestgeh û nîşanên me; yên olî   xistine bin destên xwe û paşê wêran kirine. Berhemên dîroka gelê me û ola gelê me, zêde di destê me de nemane.

Weha ye: “Xweda, xwedayê serê sera ye, xaliqê medh û sena ye.” Ji vê nimûnê jî xwiya ye, ku ev ol oleke fireh e. Û dibêje rêya qencî û xirabiyê, xêr û guneha, buhişt û dojehê, tevaya heqî û neheqiyê, çêbûna însan û mirina wî, roja qiyametê, azadkerê wî Madî ye. Di ola me de aştî, yekîtî û parastina malbatê gelek pîroz e.  “Madî wê rabe ji nav mixarê, textê Meda derxne ji destê kufarê”.

Firqa di navbera ola me û olên din de; yên hene ev in; di olên din de, dibêjin: Mirovên li vê cîhanê neqenciyan bike wê li wê cîhana din bibin xwediyê azabê. Lê ji ber ku ola me cîhanî ye, divê di jiyana xwe de, kedê bike, xêr û gunehên hebin li vê cihanê nefsa xwe paqij bike û piştre dikare xwe bigîhîne buheştê. Bi ked û xizmetkariyê dikare xwe ji gunehên xwe azad bike. Bi vî awahî nahêle mirov bikevin bin merez û şînporiyê. Ji bona xêr û gunehên wan binivîsînin, kar û emelên wan di jiyana wan de, dide diyar kirin. Li ser navê ola ezdatiyê an jî li ser navên olên din, yên ku dibêjin; li vê dinyayê her tiştî weke me bikin hûnê bi rêya me herin buheştê, ev yek nîşanên bindestkirin û kolekirinê ne.

Категория: Ezidi Europe | Просмотров: 1437 | Добавил: ezdi | Рейтинг: 5.0/1
Всего комментариев: 1
1 Rohit  
0
I use Facebook for both personal and buinsess reasons. I have to say though that the method I see many people using to promote their buinsess can sometimes seem annoying or spam-ish. However, others I see promoting brands on Facebook do it very well with a subtle approach. I think it is a good idea to take time to browse random brands on Facebook and monitor how each differs in the ways they promote themselves and then look to see who appears to have more apparent engagement with their fans. Thanks for taking the time to share this nice article !

Имя *:
Email *:
Код *: