Сегодня 18.05.2024

Добро пожаловать!
Езид , Езиды , Эздики Эзди , Yesidi Esidi yezidi Lalish - это сайт, где вы можете скачать торрент игры, найти полезные фильмы для вашего компьютера, скачивать программы,добовлять свой сайт в наш топ сайтов, а главное вы сможете скачать всё с хорошей скоростью.
Главная » 2009 » Февраль » 26
 Добавил: ezdi    Добавлен 26.02.2009 в 23:12    Просмотров: 1460     Комментарии: 2

Navên xwedê li cem êzîdiyan


 

Li gorî mîtolojiya êzdatiyê ku  bi navê 7 milyaketên miqerim tên gotin, piştî xwedê girîngî û heskirina wan heye. Xwedê di destpêkê de, gewherekî spî xuliqand û kevokek jê afirand navê wê kire Enger û gewherek avête ser pişta wî û çil hezar sal rûnişt li ser. Di Mishefa Reş de, weha hatiye:

 
Roja yekem/yekşem, milyaketê bi navê Tawisî Melek, mezinê her şeş milyaketan hate xuliqandin.
Roja duşemê, Melek Dirdayîl/ Şêx Sin.
Roja sêşemê, Melek Îsrafîl/ Şêşims.
Roja çarşemê, Melek Mîkayîl/ Şêxûbekir.
Roja pêncşemê, Melek Cebraîl/ Nasredîn.
Roja înê, Melek Şimxayîl/ Şerfedîn.
Roja şemiyê, Melek Nûrayîl/ Fexredîn.

 

Piştre xwedê sûretê (wêneyê) esman, erd, heyv, rojê xuliqand û weha wirde wirde gerdûn bi giştî hate afirandin.

Li gorî bîr û baweriya êzîdatiyê xwedê di destpêkê de, sira xwe da van milyaketan û paşê&nb ... Читать дальше »
Категория: Kewlê ÊzdÎxanê

 Добавил: ezdi    Добавлен 26.02.2009 в 23:09    Просмотров: 1441     Комментарии: 1

Li ser Êzidîyan

 

Ola êzdatiyê di Rojhilata Navîn de, oleke herî kevn e, xwedî dîrokeke demdirêj û bingeheke  xurt e. Li gor riknên çêbûna mirovatî û xwenaskirina mirovahiyê, rewişşt, rê û risim, û herweha erkanên ola me; yên pîroz, her ji destpêkê de, bi xemleke kurdiyane a resen, li ser rûyê cîhanê rû dane. Bi afirandina cîhanê re, ev bawerî di nava mirovahiyê de, hatiye afirandin û herweha zeyinandin.

Li gor bîr û baweriya ola ezda, dema rê û rism ji bo mirovahiyê hatine danîn; wê çaxê gerdûn bi giştî ji tevlîhevî û şêlûbêliyê derbasî dûzenkirin û sîstematîkiyê bûye. Wê çaxê mirovan xwe nas kirine; başî û nebaşî, wek du elementên dijhev û ji hev cuda, fam kirine. Ji tariyê derbasî ronahiyê, ji nezanînê derbasî zanebûnê bûne. Êdî jiyan bi hemû awayan hate bi rêkûpêkirin. Weha mirov dikare bibêje, ku bi peydabûna mirovê aqilmend re, ango bi veqetandina jiyana mirovan ji jiyana ajalan, çerxê mirovahiyê dest pê ki ... Читать дальше »
Категория: Ezidi Europe