Сегодня 05.05.2024

Добро пожаловать!
Езид , Езиды , Эздики Эзди , Yesidi Esidi yezidi Lalish - это сайт, где вы можете скачать торрент игры, найти полезные фильмы для вашего компьютера, скачивать программы,добовлять свой сайт в наш топ сайтов, а главное вы сможете скачать всё с хорошей скоростью.
Главная » 2009 » Февраль » 26 » kewl
23:12
kewl

Navên xwedê li cem êzîdiyan


 

Li gorî mîtolojiya êzdatiyê ku  bi navê 7 milyaketên miqerim tên gotin, piştî xwedê girîngî û heskirina wan heye. Xwedê di destpêkê de, gewherekî spî xuliqand û kevokek jê afirand navê wê kire Enger û gewherek avête ser pişta wî û çil hezar sal rûnişt li ser. Di Mishefa Reş de, weha hatiye:

 
Roja yekem/yekşem, milyaketê bi navê Tawisî Melek, mezinê her şeş milyaketan hate xuliqandin.
Roja duşemê, Melek Dirdayîl/ Şêx Sin.
Roja sêşemê, Melek Îsrafîl/ Şêşims.
Roja çarşemê, Melek Mîkayîl/ Şêxûbekir.
Roja pêncşemê, Melek Cebraîl/ Nasredîn.
Roja înê, Melek Şimxayîl/ Şerfedîn.
Roja şemiyê, Melek Nûrayîl/ Fexredîn.

 

Piştre xwedê sûretê (wêneyê) esman, erd, heyv, rojê xuliqand û weha wirde wirde gerdûn bi giştî hate afirandin.

Li gorî bîr û baweriya êzîdatiyê xwedê di destpêkê de, sira xwe da van milyaketan û paşê  milyaketan jî sira xwe dane xas û xwedanan.

Êzî, Ezda, Êzd, Xweda, Yezdan, Padşa û Meda wek navên xweda li cem êzîdiyan tên  bikaranîn. Ev nav tev jî  bi wateya xwedayê gewre û yekta tên bikaranîn. Sebqeyek ji qewl weha dibêje:                           

Siltan Êzî bi xwe Padşa ye,

hezar û yek nav li xwe danaye,

navê herî mezin her xweda ye.

Xweda dizane li bahra çend keşkûl av e,

ev dinya li ba wî seat û gav e.

Xwedê yek e,

bê şîrîke û bê heval e,

her ewe, her ewe,

ne xwarine, ne vexwarine, ne xewe

şada dînê min bi navê xwedê û Tawisî Melek dibe rewa.

Ezda li ser astê zimanewî ji du kîtan yan jî ji du bêjeyan pêk hatiye:

EZ + DA = ango yê ku “ez” dayîm/ Xulqênerê min.
Категория: Kewlê ÊzdÎxanê | Просмотров: 1456 | Добавил: ezdi | Рейтинг: 2.0/4
Всего комментариев: 2
1 AMAP  
0
одако братья мир хорош и в одно время и
плох!

2 ezdi  
0
bre fam nakr

Имя *:
Email *:
Код *: